Lijneya Hilbijartinê li Bajarê Muşê nerazîbûna HDPyê ji encamên hilbijartinê red kir
Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Muşê nerazîbûna HDPyê ya ji bo encamên hilbijartinê red kir.
K24- Hewlêr
Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Muşê nerazîbûna HDPyê ya ji bo encamên hilbijartinê red kir.
Li bajarê Muşê di encama hilbijartina şaredariyan de namzetê AK-Partiyê 538 deng, ji namzetê HDPyê zêdetir wergirt û şaredariya Mûşê qezenç kir. Lê HDP nerazîbûn ji betalkirina 2500 deng û encamên 103 sindoqan re nîşan da û daxwaz ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Muşê kir ko deng careke din werin hejmartin. Lê daxwaza HDPyê hate redkirin.
Namzetê HDPyê yê Muşê Sirri Sakik bû. Sakik 15 Hezar 381 deng, rikeberê wî jî 15 hezar 919 deng bidestxistibû.