Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyeyê: Li 7 bajarokên Stenbolê deng careke din werin hejmartin.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyeyê ragihand: Dê li 7 bajarokên Stenbolê deng careke din werin hejmartin.

K24- Hewlêr

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyeyê ragihand: Dê li 7 bajarokên Stenbolê deng careke din werin hejmartin.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyeyê li ser hilbijartina Stenbolê duh derengê şevê bi aweyeke awarte kom bû û biryar da ko li 7 bajarokên 7 Stenbolê yên wekî Şîle, Bayrampaşa, Ataşehîr, Umraniye, Beykoz, Fatih, Gaziosmanpaşayê deng careke din werin jimartin.

AK-Partî li van 7 bajarokan nerazîbûn li dijî encamên hilbijartinê nîşan dabû û daxwaza careke din jimartina dengan kiribû. Lijneya Hilbijartinê ya Bajarokan nerazîbûna AK-Partiyê qebûl kiribû lê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr red kiribû jimartina dengan rawestandibû