Serok Barzanî: PDK ne ji bo dijayetiya ti aliyekî hatiye damezrandin
Serok Mesûd Barzanî ragihand, PDK partiyeke damezrawî ye û di bin fişar, bomebe û firokeyan de her dem xwastiye çawa kadroyên xwe bigihîne û bi çi awayekî be jî pêwendiyên di navbera wan kadroyan û welatiyan de dirust bike.
K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê di gotarekê de ragihand, PDK dirust bûye, ne ji bo dijayetiya ti partiyekê yan aliyekî bike, belkû PDK ji bo xizmeta Kurd û Kurdistanê hatiye damezrandin.
Herwiha tekez kir, dîroka PDKê beşeke girîng ji dîroka Kurdistanê ye, her netewek heger dîroka xwe nizanebe, nizane çawa pêgavan bo pêşerojê bavêje.
Serok Barzanî herweha ragihand, DAIŞ gefek cidî ser welatiyan e. divê ew pirsgirêkên bûne sedema serîhildana vê rêxistinê werin çareserkirin.
Barzanî got jî, tevî ku ziyanek mezin gihiştiye DAIŞê, lê hîn jî ew bidawî nehatiye û tekez kir, sedemên serîhildana DAIŞê hîn jî mane û nehatine jinav birin.
S. B