Li bajarê Îdirê hemû cûre çalakî û xwenîşandan heya 15 rojan hate qedexekirin
Li bakurê Kurdistanê bajarê Îdirê her cûre çalakî û xwenîşandan heta 15 rojan hate qedexekirin.
K24- Hewlêr
Li bakurê Kurdistanê bajarê Îdirê her cûre çalakî û xwenîşandan heta 15 rojan hate qedexekirin.
Di encama hilbijartinên şaredariyan de li Îdirê Partiya Demokratîk a Gelan HDP serket û dest bi pîrozbahiyan kir. Di dema pîrozbahiyê de di navbera alîgirên HDPyê û alîgirên Partiya Tevgera Nîjadperest MHPyê de şer derket û Parêzgeriya Îdirê jî bi vê hincetê her cûre xwenîşandan û çalakiyan heta 15 rojan qedexe kir. Parêzgeriya Îdirê da zanîn ko qedexe ji bo rêlibergirtina şer û aloziyan hatiye ragihandin.