Şerê di nava AKParti û CHPde gur dibe

Rageşiya derbarê encamên hilbijartina li Stenbolê bi hemû gurehiya xwe berdewam dikin. Ekrem Îmamoglu di daxuyaniya xwe de ragihand ew bûye Serokê Şaredariya Mezin ya Stenbolê. Lê Cîgirê Serokê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz jî bersiva wî da û got; tû ji kî derê gihîştiye wê baweriyê ku hatiye hilbijartin?

K24-Istanbul

Rageşiya derbarê encamên hilbijartina li Stenbolê bi hemû gurehiya xwe berdewam dikin. Ekrem Îmamoglu di daxuyaniya xwe de ragihand ew bûye Serokê Şaredariya Mezin ya Stenbolê. Lê Cîgirê Serokê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz jî bersiva wî da û got; tû ji kî derê gihîştiye wê baweriyê ku hatiye hilbijartin?

Namzetê Hevpeymaniya Milletê yê Şaredariya Mezin ya Stenbolê Ekrem Îmamoglu li Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ya CHPê derkete pêşberî kamerayan û bersiva rexneyên AK Partiyê da û got; Em edaletê dixwazin, li gor encaman me qezenç kiriye û divê mazbataya me bê dayîn. Ez bangê li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind dikim da ku peywira xwe bi cih bîne. Teşkîlat û raydarên paye berz ên AK Partiyê dibe ku şerê navxweyî yê serneketîbûna xwe di ser me re bidin meşandin. Lê ne heqê tû kesî ye ku vî bajarî û 16 milyon mirovî bikin qûrbana şerê xwe yê navxweyî. Wek ku pêlîstoka 4-5 kesan ji destê wan hatiye standin tê tevgerîn. Vijdanê raya giştî qebûl nake ku bi rêya zextan biryar bêne standin. Garantiya vê prosesê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind e. Rayedarên AK Partî mirovan bi bê exlaqiyê sucdar dikin. Divê bi heddê xwe bizanibin.

Ekrem Îmamoglu - namzetê hevpeymaniya Milletê,got:"Sal 1994, wê demê Serokê Şaredariya Mezin ya Stenbolê Nurettîn Sozenê ji SHPê ye, yê ku hilbijartina wê salê qezenç kiriye Recep Tayyîp Erdogan e. Rahmetiyê Necmettîn Erbekan destê wan digire û radike ser piyan. Em ji kî derê hatin kû derê? 25 sal berê û 25 sal şûnde, ma ewqas zore ku destê kesê qezenç kiriye bê rakirin? Werin destê me rakin em jî vî welatê wek bihûştê bi hev re hê xweşiktir bikin. Banga min ev e. Em edaletê dixwazin. Ekrem Îmamoglu Serokê Şaraderaiya Mezin ya Stenbolê."

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Aykut Erdogdu jî dibêje; Ekrem Îmamoglu hilbijartin qezenç kiriye, lê AKP li xwe mikûr nayê qebûl nake. Loma jî îtîrazan pêk tînin bi awayekî der yasayî. Eger her îtîraz bêne qebulkirin naxwe hilbijartin bi dawî nayê. Di vê serdema jimartinê de dîsa dengên me zêdetir derdikevin. Lê tirsa me ew e ku bi kiryarên fiîlî mafê me yê hiqûqî ji destê me derxin.

Aykut Erdogdu - cîgirê serokê giştî yê CHPê, got:"Wezareta Navxweyî û emniyet û kîsên dengan di destê AKPê de ne, dibe ku ew kîsên dengan bêne guhertin. Heta dikarin zextan li dadgêran bikin û hindek dengên betalkirî jî biguherînin. Bi kurtasî bi kiryarên fiîlî dikarin mafên me yên yasayî ji destê me bistînin. Tirsa me ev e, loma em bi baldarî li ser vê meselê ne. Lê, Îmamoglu Serokê Şaredariya Mezin ya Stenbolê ye, ne ji aliyê siyasî ne jî ji aliyê hiqûqî ve kes nikare vê rastiyê biguherîne."

Cîgirê Serokê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz jî li Şaxa AK Partiyê ya StenboLê bersiva Ekrem Îmamoglu da û got; ew dixwaze em wî wek serok ragihînin. Heta dixwaze Serokkomarê me bê û destê wî bilind bike. Tû ji kî derê gihîştiye wê baweriyê ku

hatiye hilbijartin. Bi kîjan mafî dixwazî ku ev proses bi dawî bên? Werin em tevde bijmêrin dengan ji bo ku wicdanê raya giştî ya Tirkiyê rehettir bike. Wê rastî derkeve holê, encamên derkevin holê hem wê Ekrem Îmamoglu û hem jî wê AkK Partî qebûl bike. Ev pêdiviya demokrasiyê ya sereke ye. Lê pêşî bihêlin bila prosesa îtîraz û ya darazê bi dawî bên.