Mûalim: Tirkiye Rêkeftina Idlibê bicîh nayîne

Ligor Mûalim, Tirkiye proseya pêkanîna Rêkeftina Idlibê bicîh nayîne û dereng dixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Mûalim, girêdayî helwêsta Tirkiye ya Rêkeftina Idlibê rexneyên giran li Tirkiye girtin.

Ligor Mûalim, Tirkiye proseya pêkanîna Rêkeftina Idlibê bicîh nayîne û dereng dixe.

Wezîrê derve yê Sûriyê di Kongreya rojnamevanî ya hevbeş ligel Wezîrê derve yê Venezûela Jorge Arreaza de nî ziman, ku: “Tirkiye ligel Rûsya Rêkeftina Idlibê vajo kir, lê pêwîstiyên Rêkeftinê bicîh nayîne, sebra Sûriye jî sînorek xwe heye”.

Di 17ê Îlon a sala par de, Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin li Soçî ya Rûsya Rêkeftin liser pêkanîna deverek bê-çek li Idlibê vajo kiribûn, lê heta niha jî Tirkiye nekariye Opozisyona Sûriye razî bike, ku ji deverek 10-15 km vekişe.

 

 

C.B