Brîtanya di rahênankirina hêzên Pêşmerge de berdewam dibe
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Mezin Şêwirmendê Wezareta Bergîriyê ya Brîtan bo Rojhilata Navîn General John Lorimer û şanda pê re kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Mezin Şêwirmendê Wezareta Bergîriyê ya Brîtan bo Rojhilata Navîn General John Lorimer û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes amade bû, dawî pêşhatên navçê û piştevaniya Brîtanya ji hêza Pêşmerge re hatin guftûgokirin.
Mesrûr Barzanî rola hikûmet û şêwirmendên leşkerî yên Brîtanya di rahênankirin û yekxistina hêzên Pêşmerge de bilind nirxand û karê cidî bo çareserkirina sedemên serîhildana teror û tudûtûjiyê li navçê bi pêwîst zanî.
Li hemberê, Mezin Şêwirmendê Wezareta Berîgiriyê yê Brîtana bo Rojhilata Navîn tekez kir, welatê di çarçova hevpeymaniya cîhanî de bi rahênankirin û piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û Iraqê berdewam dibe ta serkeftina yekcarî bi ser terorê de. Herwiha amaje bi girîngiya hevahengiyê di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de li navçeyên ku tevegera DAIŞê li heye kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, pêşhatên rewşa Sûriyê hatin guftûgo kirin, girêdayî bi wê babetê jî Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez li ser diyalog, çareseriya siyasî û gerentiya maf û ewlehiyê ji hemû pêkhateyên Sûriyê û bi taybetî gelê Kurd li wî welatî kir.
S. B