Mûelim: Kurd bila vegerin ser hişê xwe

Wezîrê derve yê Sûriyê radighîne, Amerîka derewan dike û divê Kurd vegerin ser hişê xwe

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Sûriyê radighîne, Amerîka derewan dike û divê Kurd vegerin ser hişê xwe.

Welîd elMuelim di kongreyek rojnemevanî de digel hevpostê xwe yê Venezualî Jorge Arreaza  da zanîn, ku Amerîka di derbarê vekşandina hêzên xwe de ji Sûriyê ne rastgo ye û hebûna Hêzên Amerîka li Sûriye ne yasayî ye. Herweha di derbarê pirsa Kurdan de jî, Muelim got, li bakurê rojhelatê Sûriyê Hozên Ereb hene, digel hejmarek ji welatiyên Sûriyên Kurd, ku em bihêvî ne, ev welatî vegerin ser hişê xwe û ji dîrokê dersan werbigrin û tenê baweriya wan bi welatê Sûriyê were.

 

 

C.B