Mîranî: Rêkeftina PDK û YNK girîng e
Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî radighîne, rêkeftina Partî û Yekîtî bandorê liser rêkeftina Partî û Goran nake û PDK û YNK di hemû tiştekî de hevbeş in
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî radighîne, rêkeftina Partî û Yekîtî bandorê liser rêkeftina Partî û Goran nake û PDK û YNK di hemû tiştekî de hevbeş in.
Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di bernameya BasîRoj a Kurdistan24 de got, Ya giring ne post e , bo pêkanîna Kabîneya Nû ya hikumeta herêma Kurdistanê rêkeftina Partî û Yekîtî giring e.
Herweha Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê tekez dike, ku Partî rêz li rêkeftina ligel aliyan digre û Yekîtî ti daxwazek di derbarê rêkeftina Partî û Goran de nekiriye û ti berpirsek Yekîtî negotiye, ew ne hevbeşê rasteqîn e, di nav hikumetê de ne.
C.B