Fatih Mehmet Macoglu: Em sibe dê dergehê bajarvaniya dersimê vekîn

Li Bakurê Kurdistan bajarê Dersimê ku destê HDPê de bû û ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hati bû desteser kirin, vê care Namzetê Partiya Komonista Tirkiyê Fatih Mehmet Macoglu biserkeft.

K24- Hewlêr

Li Bakurê Kurdistan bajarê Dersimê ku destê HDPê de bû û ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hati bû desteser kirin, vê care Namzetê Partiya Komonista Tirkiyê Fatih Mehmet Macoglu biserkeft.

Macoglu, bi şêwazeke fermî Erêkirina serokê bajarvaniya Dersimê, ji Komisyona Hilbijartinan, wergirt.

Macoglu da zanîn wan, tecrubeyek baş ya serokati ya belediya Ovacixê hebû, ew hêvidare dê karên baş bo bajarê Dersimê bike.

Fatih Mehmet Macoglu, got:(Em sibe dê dergehê bajarvaniya dersimê vekîn. Dergeh ji hemû welatiyan re  bê cûdahî, dê vekiribe. Hêvdarîn kes xelatan neyne, dewesa xelatan gul û çiçekan de, me sandiqek bo harikariya heyvanên kolanên bajar vekiriye, bila hedya xwe bidin sandixê. Me tecrubeyek baş ya serokatiya belediya Ovacixê hebû, ew hêvidarîn dê karên baş bo bajarê Dersimê bike.