Ebdulhamîd Gul: Her partiyek dikare nerazibûna xwe jibo hilbijartinan diyar bike
Wezirê Dada Tirkiyê Ebdulhamîd Gul dibêje: Her partiyek dikare nerazibûna xwe jibo hilbijartinan diyar bike û ewê mafdar be, dê serbikeve.
K24- Hewlêr
Wezirê Dada Tirkiyê Ebdulhamîd Gul dibêje: Her partiyek dikare nerazibûna xwe jibo hilbijartinan diyar bike û ewê mafdar be, dê serbikeve.
Wezirê Tirkiyê da zanîn: Komisyona Bilind ya Hilbijartinan, sazîya herî mezine ku encamên Hilbijartinan binirxîne.
Wezirê dada Tirkiyê diyarkir: Her partiya ku bixweze dikare encaman gilî bike û eger xeletiyek hebe, ewê bi rêyên yasayî ser rawestin.
Lê bi tevî van daxûyaniyên Wezirê Dada Tirkiyê Gul: HDPê, destpêkê jibo sextekariyên bajarê Muşê û gelek bajarên din yên Bakurê Kurdistanê, ser li Komsyona Bilind dane, lê nerazîbunên wan hatine red kirin.
Hevserokên HDPê jî, vê helwesta hikûmetê rexne dikin û dibêjin Gelek bajrên Bakurê Kurdistanê, bi anîna dengên sexte, wek AKP serkeftiye nişan da.