Nwêner ên 12 wezaret ên hikumet a firdal serdana Silêmanîyê û Helebce dike

Bi armanc a fermîkirin a çend derazînk ê sinûrî li parêzgeh a Silêmanîyê û Helebce, nwêner ên 12 wezaret ên hikumet a Fîdral gehiştin Silêmanîyê.

K24- Helebce

Bi armanc a fermîkirin a çend  derazînk ê sinûrî li parêzgeh a Silêmanîyê û Helebce, nwêner ên 12 wezaret ên hikumet  a Fîdral gehiştin Silêmanîyê.

 Li gor zanyarîyan, demeke kar dihê kirin bo fermîkirin a wan derazînkan li gel Îranê û her bo wê armancê jî, evro Yekşembîyê 7/4/ 2019 ev şand a hikumet a Fîdralgehiştîye Silêmanîyê.

Evîn Eta nûçegihan a Kurdistan24 li Helebce ragehand: Evro ew şand serdan a Seyran Ben dikin li sinûr ê pajarok a Pênciwîn.

Amaje bi wê yekê jî kir ku biryare bo dem a heftîyekê li deverê vemînin û serdan a derazînk ên Pişte, Şuşme, Tewêle û Kêlê yê dikin.Dûv re raport a dawîyê dê amade bikin û bidin Adil Ebdulmehdî, serok wezîr ên Îraqê daku biryar li ser wan derazînk a bide û bibin derazînk ên fermî û nêvdewletî yan jî her bi derzînk ên bazirganî vemînin.