Komisyona YE: Divê Erdogan rêzê li encamên hilbijartinê bigre

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bang li Serokomarê Tirkiyê dike, rêzê li encamên hilbijartinê bigre.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bang li Serokomarê Tirkiyê dike, rêzê li encamên hilbijartinê bigre.

Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê Frans Tîmermans digel rojnameyeke Almanî hevpeyvîn encam da û got, di salên dawî de Tirkiye ji nirxên Ewropayê gelek dûr ketiye û eger desthilat rêzê li encamên hilbijartinê negire, dê rewş xeraptir bibe.

Da xuyakirin, mafê partiyan e ku nerazîbûn nîşan bidin û daxwaza lêkolinê bikin, lê divê encamên hilbijartinan bêalî werin lêkolînkirin û Ak Partî jî, encaman qebûl bike.

Tîmermans got, welatiyên Tirkiyê ji siyaseta Erdogan ya li hember Ewropayê nerazî ne û bang li desthilatê kir, careke din xwe bide Ewropayê.

Namzetê CHPê bo Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu da xuyakirin, heta niha ji 330 hezar dengên pûçel, 264 hezar hatine hejmartinê û di navbera wî û Binalî Yildirim de 16 hezar û 380 deng hene. Îmamoglu bang li Komîsyona Bilinda Hilbijartinê kir ku, çavên hemû welatiyên Tirkiyê li ser wan in û divê erkên xwe yên dîrokî bicîh bînin.

 

S. B