PDK û YNK rêkkevtinek a nû wajû dikin
Biryare Partî ya Dîmukrat Kurdistanê (PDK) û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdisatnê(YNK) rêkevtinek a di dê wajû bikin li ser pêkanîn a kabîne ya nû ya hikumetê û pişik a YNKyê ji serokatî ya Herêm a Kurdistanê û perleman û hikumetê.
K24- Hewlêr

Bextîyar Şaweyîs, endam ê Civat a Nawendî ya YNKyê bi kurdistan24 re ragehand: Biryare şand a danûstankar ên PDKyê YNKyê bicivin, dûv re jî Nêçîrvan Barzanî, cêgir ê serok ê Partî ya dîmukrat a Kurdistanê û Kosret Resûl, cêgir ê sekiretêr ê YNKyê rêkkevtin a di navber a PDK û YNK wajû dê bikin sebaret bi pişk a YNKê di hikumet û perleman û serokatî ya Herêm a Kurdistanê.
Berê jî Hoşyar Zêbarîm endam ê mekteb a Sîyasî ya PDKyê bi Kurdistan 24 re ragehandibû: PDKyê rêkkevtin a sîyasî li gel YNKyê wajû kirîye û tenê maye rêkkevtin a pişikdarî ya wan di hikumetê de bihê wajûkirin. Me jî ti arîşe nîne û Em amadeyîne wê rêkkevtinê wajû bikîn.
Dûhî çend berpirs ên YNKyê ragehandibûn ku evro ew rêkkevtin dê bihê wajûkirin , lê gor ew zanyarî yên bi dest Kurdistan 24 kevtîne, Evro kombûn a PDK û YNKyê nahê encamdan.