Li Bîtlîsê hemû cûre xwenîşandan û çalakî heta 15 rojan hatin qedexekirin

Li bakurê Kurdistanê bajarê Bîtlîsê her cûre xwenîşandan û çalakî heta 15 rojan hatin qedexekirin.

K24- Hewlêr

Li bakurê Kurdistanê bajarê Bîtlîsê her cûre xwenîşandan û çalakî heta 15 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgeriya Bîtlîsê ragihand ko piştî eşkerebûna encamên hilbijartinên şaredariyan hin agahiyên hawalgirî gihiştine destê wan. Di çarçoveya agahiyên hawalgirî de ji bo rêlibergirtina aloziyeke civakî û parastina ewlekariya welatiyan her cûre xwenîşandan û çalakî heta 15 rojan hatine qedexekirin. Parêzgeriya Bîtlîsê daxwaz ji welatiyan kir ko pabendê hişyariyê bin.