Bi piştîvan hêz ên Îraqê li Kerkûê hewl didin zevî yên Kurdan dagîr bikin
Li tax a Cîngllawe, li bajar ê Kerkûkê, hijmarek a hevwelatîyan bi piştîavnî ya hêz ên Îraqî dixwazin dest bi ser zevî yên hevwelatî yên Kurdan re bigirin.
K24- Kerkûk
Li tax a Cîngllawe, li bajar ê Kerkûkê, hijmarek a hevwelatîyan bi piştîavnî ya hêz ên Îraqî dixwazin dest bi ser zevî yên hevwelatî yên Kurdan re bigirin.
Hevwelatîyek ê danîşvan ê wê taxê, bi Kurdistan24 re ragehand: Ew zevî yên wan divên dagîr bikin yên xelkê ne, kesek hat û got: Min ev zevîye kirrîye. Me jî ji wî re got: Belgeh û grov a xwe nîşanî Me bide ku te ev zevî kirrêye. Lê Wî ti belgeh nebûn.
Yekek dî ji danîşvan ê tax a Cîngllawe, dibêje: Ev zevî di dem a xwe de bo xizmetguzarî ya deverê hatîye destnîşankirin, lê ev çend carin kesek li gel hijmarek a çekdaran dihên û davên dagîr bikin.