Sûrya berdewame li ser Burdûman a ldilbê û navçey ên derdor a wê
Roj li pey rojê rewş a ldilbê xiraptir dibe. Bomebaran ên artêş a Sûryê li ser wê parêzgehê û navçey ên derdor a wê li Hema û Heleb berdewamin...
K24- Hewlêr
Roj li pey rojê rewş a ldilbê xiraptir dibe. Bomebaran ên artêş a Sûryê li ser wê parêzgehê û navçey ên derdor a wê li Hema û Heleb berdewamin...
Li gor Rewangeh a Sûrî ya Mafên Mrovî, artêş a Sûryê 12 gund û bajarok li gundewarê Hema û Idilbê bomebbaran kir, û bi berdewamî rêkeftna Rûsî - Tirkî ya agirbestê tê binpê kirin.
Li gor mêdya dijber a Sûryê di encam a bombebarankirin a dîbistanekê de li bajarê Cisir Elşixûr 12 zaro û du jin brîndarbûne ku birîn a wan gelek dijware.
li alîyekî din Alêksender Lavrêntîv şanderê serokê Rûsyê jibo karubarê Sûryê di kongreyekî rojnemevanî de raghand, wan ne gotye ewê şerê xwe li dijî tîrorîstan biseknînin yan bidawî bikin li Idilbê ji ber vê yekê jî hê egera destipêkirna operasyonekî li djî komên tîrorîst li parêzgeha dilbê heye lê bgotna wî ew operasyon wê ne di berjewendya ti alyekî de bê.
Tekez jî kir ew nikarin bigehin ti rêkeftnekî derbarê rawestandin a şer di gel komên tîrorîst yên li wê parêzgehê.
Çav li gera dwazdemîn ji danûstandinên Astana ya ku wê li 25 û 26 vê mehê li paytexeta Kazexistanê brêve biçe, û rewşa Idilbê û mjar a pêkanîn a komîte ya destûr a Sûryê, wê ji mijarên herî giring ên wê cvînê be.