Sirri Sakik: Parementerên HDPyê di pêvajoya hilbijartinê de ew tenê hiştine

Namzetê Şaredariya Muşê yê HDPyê Sirri Sakik radigihîne: Parementerên HDPyê di pêvajoya hilbijartinê de ew tenê hiştine.

K24- Hewlêr

Namzetê Şaredariya Muşê yê HDPyê Sirri Sakik radigihîne: Parementerên HDPyê di pêvajoya hilbijartinê de ew tenê hiştine.

Sirri Sakik rexne li partiya xwe digre û dibêje: Pêwîst bû parlementerên HDPyê yên li bajarên ko HDP beşdar nabe, bihatana Muşê û di pêvajoya bangeşeyên hilbijartinê de piştgiriya wî bikirana. Lê parlementerên HDPyê nehatine û ew tenê hiştine. Divê HDP pêdeçûnek ciddî li ser encam û pêvajoya hilbijartinê bike.

Siiri  Sakik herwiha dibêje di encama hilbijartinê de yê ko serketiye ew e. Lê Hikûmeta Tirkyeyê Muşê radestê HDPyê nekir.