Supa yê Turkîyayê çend deverên qeza ya Amêdîyê burdûman kir

Evro 9/4/2019, berî nîvro, firoke cengî yên Turkîyayê bi tundî gund ên Mêrûk, Rebetke û Bêlmend burdûamn kir ku her sê gund jî gund ên kirîstîyanane.

K24- Hewlêr

Evro 9/4/2019, berî nîvro, firokeyên cengî yên Turkîyayê bi tundî gundên Mêrûk, Rebetke û Bêlmend burdûamn kir ku her sê gund jî gund ên kirîstîyanan e.

Her sê gund ser bi nahye ya Çemamkin li qeza ya amêdîyê û hevsinor in ligel qeza ya Akrê.

Toma Wilyam, hevwelatîyekî yek ji van sê gund ên kirîstîyanane, li ser ewê burdûmanê bi Kurdistan24 re ragehand: Şûşe yên pencer yên xanî yên me hemû şikestîen û tirs jî belav bûye.

Got jî: Piştî burdûmanê Em naçar bûyîn jin û zaro yên ji gund biderxînîn û biçîn gund ên derdor.

Sebaret bi zîyan jî, Tomay got: cihê xweşhalîyê ye ti zîyan ên canî nebûne .

Ev ne car a yekê ye Turkîya evê deverê burdûman dike û bîyanû ya wî jî ew ku hêz ên PKKyê li wê sinûrê hene.