Pompêyo: Em kar li ser veman a hêz ên Ewrûpayî dikin li Suryayê

Wezîr ê derve yê Emerîkayê Mayik Pompêyo raghand, Ew kar li ser veman a hêz ên Ewropayî li Sûryê dikin ku hejmar a Wan ji hejmara her hêzeke din bêtir be li wî welatî. Got jî: veman a wê hêz ê bo rêgirtnêye li berifrehbûn a desthilat aÎran li navçeyê.

K24- Hewlêr

Wezîr ê derve yê Emerîkayê Mayik Pompêyo raghand, Ew kar li ser veman a hêz ên Ewropayî li Sûryê dikin ku hejmar a Wan ji hejmara  her hêzeke din bêtir be li wî welatî. Got jî: veman a wê hêz ê bo rêgirtnêye li berifrehbûn a desthilat aÎran li navçeyê.

Tevî ku Emerîka bi nyaze hejmar a hêzên xwe li Sûryayê kêm bike, lê di heman dem de dixwaze hejmarek a zêde ji hêzên  hevalbend ên  xwe  yên Ewropayî  li wî welatî bihêle.

Di rûniştenek a Encûmen a Pîran de derbarê budce ya sal a  2020ê,  sînator ê komarîyan Lênsî Giraham  pirsyarek  arasteyî wezîr ê derve yê Emerîkayê Mayik Pompêyo kir derbarê plan ên  veman a hêz ên rojava  li Sûryayê ku piran ya wan  Ewropayî bin. Di bersivê de Pompêyo got: Ew niha kar li ser wê yekê dikin û wê mjarê gotûbêj dikin.

Wezîr ê derve yê Emerîka, tekez kir ku hewilwêst a Wan ne hatye guhertin ji veman a hêz ên serbazî  li bakur a rojhlat a sûryayê,  Ew jî bo rêgirtinê ji berifrehbûn a hejmûn a Îran li navçeyê. Got jî ev beşeke giringe ji sîyaset a Wan li rojhlata navîn ku rêkarên taybet li djî Îranê li xwe digre.

Emerîka raghandibû, her dem a şer ê wê li djî Da'şê li Sûryayê bidawî bibe; Ewê hêz ên xwe ji Sûryayê bikşînin.  Lê piştî fişar ên li ser Tirampî û gef ên Tirkyê li djî HSDyê  behs a veman a hejmarek ji hêz ên Emerîkayî li Wî welatî hate krin, ku nêzîkî 400 serbazan be.  Rijtbûn a Tirkyê li ser  destipêkirn a êrîşekî li dijî YPKyê li bakur a rojhlat a Sûryayê hêla ku serok ê Emerîkayê behs a avakirin a navçeyeke aram bike lê heya niha hûrguliyên Wê navçeyê ne hatine zanînin.  Herweh a Tirkyê û Emerîka li ser Wê mjarê hêj jî yekalî nebûne.. Hevalbendên  Emerîkayê ji Ewropîyan  jî xwaztin ku Emerîka hêzke bêtir ji hejmar a 400 serbazan li Sûryê bihêle..