Komîte ya Yasayî daxwaz dike kombûn a evro ya Perlemanê bihê dawîxistin
Biryar bû evro Çarşembîyê, demjmêr 02:00 piştî nîvro, Perlaman a Kurdistanê vexwîndin a sêyem bo hevwakirin a piroje yasa ya serokatî ya Herêm a Kurdistanê bike û Wê piroje yasa yê pesind bike, lê komîte yasayî di perleman a Kurdistsanê de daxwaz a bidawîxistin a wê kir.
K24- Hewlêr

Nûçegihan Kurdistan24ê li perleman Kurdistanê zanîye ku di kombûn a komîte ya yasayî daxwaz ji serok a perlemanpê kirîye, kombûn bo dem a sê rojan bihê dawîxistin.
Celal Mehemedemîn, biryarder ê komîte ya yasayî ya Perleman a Kurdistanê ragehand: Bi eger a wê yekê ku di evê hefte ya ku piroje yasa li pêşî ya komîteyê bûye, nekarîne dariştinek a rêkûpêk bo hevwarkirin a yasayê bikin, çunku sê roj valane bû, lew daxwaz kirine kombûn bo sê rojan bihê dawîxistin.
Li gor zanîyarîyan jî dawîxistin bi eger a nakokî yên di navber a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Bizav a Gorrane de ye, çumku YNK daxwaz dike serok ê Herêmê dû cêgir hebin, Gorran jî rijet li ser ewê yekê ku serok ê Herêmê yek cêgir hebe.
Li gor rêkkevtin a di navber a PDKyê û Gorranê, cêgir ê serok ê Herêmê pişk a Gorrane, lê YNK daxwaz dike, serok ê Herêm a Kurdistanê dû cêgir hebe û postek ji wan re be.