Helîkoptera serbazî ya Îranê ket: Serbazek mir, 8 brîndar in

Helîkopterek serbazî ya hêzên sînorparêzên Îranê li Wurmyê ket. Serbazek canê xwe jidest da û 8 serbazên din jî, brîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Helîkopterek serbazî ya hêzên sînorparêzên Îranê li Wurmyê ket. Serbazek canê xwe jidest da û 8 serbazên din jî, brîndar bûn.

Ligor medya Îranê, li bilindahiyên navçeya Sîlwan li parêzgeha Wurmyê ya rojhilatê Kurdistanê helîkopterek  Îranê ketiye û di encam de serbazek canê xwe ji dest da ye û 8 serbazên din jî, brîndar bûn e.

Di derbarê sedemên ketina wê helîkopterê de, heta niha tu zanyarî nehatine belavkirin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment