Reneg neman Ûmer Beşîr li desthilat a Sûdanê di demjmêr ên dahatî de bihê tekez kirin

Rewş a Sudan heya dihê aloztir dibe û dihê çaverê kirin, evro supa yê Sudanê beyannamek a giring belav bike. Hevdem behs a wê yekê heye ku Ûmer Beşîr, serok ê Sûdanê destberdaye ji desthilatê.

K24- Hewlêr

Rewş a Sudan heya dihê aloztir dibe û dihê çaverê kirin, evro supa yê Sudanê beyannamek a giring belav bike. Hevdem behs a wê yekê heye ku Ûmer Beşîr, serok ê Sûdanê destberdaye ji desthilatê.

Mêdya yên cîhanî bi çirrî rûmal a bûyer ên Sûdanê dikin û li gor zanîyarî yê dawîyê, supa û hêz ên asayîşî yên Sûdanê bi çirrî li Xertûm a Paytextê belavbûne. Hinek dibêjin Ûmer Beşîr ji desthilatê nemaye û û desthilat jî radest ê sûpay hatîye kirin û hinek din jî dibêjin kudeta çêbûye.

Ev pêşhat a nû di rewş a Sûdanê, piştî wê yekê dihê ku çend mehun xwenîşandan  ên xelk ê wî welatî berdewame li dijî desthilat a Ûmer Beşîr.

Hijmar a danîşvan ên Sûdanê 40 milyon kese û Ûmer Hesen Beşîr bo dem a 30 salane fermandarî ya wî welatê dike û di dem a desthilatdarî ya wî de başûr a Sûdanê cûda bû wek dewletek serbxwe.

Destpêk a xwenîşandan  ên Sûdanê ji 19yê/ Kanûn a yekê 2018yê ve bû ku bi eger a giranbûn a behatyê nan û xirabûna rewş a abûrî ya welat. Dûv re xwenîşanderan daxwazî yên xwe zêdekirin  û durşm a neman Ûmer Hesen Elbeîşr ji desthilatê bilindkirin.