Şerr ê Terablus berdewame û Hefterî jî cîhan kirîye dû enî

Çekdar ên Mûşîr Xelîfe Hefter ê opozisyon, dorpêç a bajar ê Terablus a payetext a Lîbyayê daye. Li gor zanîyarî yên ajans a Roterz, Firansa rêgir bûye ji rawestandin a hêriş ên Hefeter bo ser paytextê.

K24- Hewlêr

Çekdar ên Mûşîr Xelîfe Hefter ê opozisyon, dorpêç a bajar ê Terablus a payetext a Lîbyayê daye. Li gor zanîyarî yên ajans  a Roterz, Firansa rêgir bûye ji rawestandin a hêriş ên Hefeter bo ser paytextê.

Fêdrîka Mogirînî, berpirs a sîyaset a derve ya Yekêtîç ya Ewrpûpayê, ragehand: Yekêtî ya Ewrûpayê daxwaz dike  ageirbest bihê ragehandin û pêkol ên dîplomasê carek a din destpêbike.

Yekêtî ya Ewrûpayê reşnivîs a beyannameyekê amadekiribû li ser hêrişa Hefter bo ser Terablusê.

Li gor zanyarî yên Royeterz, di wê reşnivîsê de hatibû: ( Hêriş a Hefter bo se5r Terblûsê, jîyan a sivîlan dixe di metirsîyê de û astengê dixe pêşî ya pirose ya sîyasî û encam ên metirsîdar jê çî dibe nemaze gef ên terorê li ser Lîbya.

 Her yek ji Firans a û Îtalîya nakokin li ser çareserkirin a rewş a Lîbya. Firans a li dever ên jêr desthilat a Hefter berhemanîn a petrolê dike .

Li gor axivtin ên berpirs ên Lîbya, di sal ên burî de Firansa bi awayek bername darijtî, mîlîşya yên Hefteî pir çek kirîne.

Ji alîyek a dî ve Îtalîya piştîvanî ya serok wezîr ê hikumet a îtirafpêkirî ya Lîbyayê dike ku civak a Nêvdewletî wê hikumetê bi fermî dinase û kar li gel dike.

Roj a 4ê/ Nîsan a 2019, hêz ên lîwa yê xanenişîn, Xelîfe Hefter dest bi hêriş a xwe kirin bo ser Terablûs a Paytext. Hêriş a Hefter karvedan cûda jê çêbûn. Hejamrek a welatan li dijî wê hêrişê bûne nemaze Qeter û Turkîya, lê her yek ji Firansa, Seûdîye  û Îmarat alîgir ê hefterî dikin.

 Herweha Netewe yên Hevgirtî û welat ên Komakr a Ererbî û Yekêtî ya Ewrûpayê daxwaz ji Hefter kirîne waz ji hêrişê bihîne û şerrî biragire. Belê heya niha çekdar ên Hefter berdewamin li ser hêriş a xwe û dest bi ser firokexane ya terablusê de girtine.