Serdozgeriya Diyarbekirê daxwaza dadgehkirina 19 Parlementerên HDPyê dike
Serdozgeriya Diyarbekirê daxwaza dadgehkirina 19 Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê dike.
K24- Hewlêr
Serdozgeriya Diyarbekirê daxwaza dadgehkirina 19 Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê dike.
Serdozgerê Diyarbekirê dide zanîn ko Hevseroka HDPyê Perwîn Buldan sala borî di 27 û 28ê Çiriya Peşînê de, Parlementera HDPyê Fatma Kurtulan jî di 9ê Çiriya Peşînê de, di axaftinên xwe de bangeşeya PKKyê kirine. 19 parlementerên HDPyê jî di wan axaftinan de amade bûne lê bi hinceta ko nerazîbûn nîşanî axaftiên Perwîn Buldan û Fatma Kurtalanê nîşan nedane, divê werin dadgehkirin. Serdozgeriya Diyarbekirê dosyeya dadgehkirina parlementeran rêkir Parlementoya Tirkiyeyê.