Rewangeha Sûriye: Li Reqa 500 Kurd di gorên bi kom de hatine veşartin
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kiriye, DAIŞê zêdetirî 500 girtiyên Kurd , xelkê, Kobanê û Minbic li Reqayê kuştiye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kiriye, DAIŞê zêdetirî 500 girtiyên Kurd , xelkê, Kobanê û Minbic li Reqayê kuştiye.
Ligor çend belgeyên ji aliyê Rewangehê ve hatine belav kirin , dema bajarê Reqayê di bin kontrola DAIŞê de bû, zêdetirî 1700 girtiyên li cem xwe kuştiye , ku dinav wan de 500 girtiyên Kurd hebûn û xelkê bajarên Kobanê, Minbic û çend bajarên din ên rojavayê Kurdistanê bûn.
Her ligor Rewangehê, DAIŞê ew girtî, di gorên bi kom de veşartin. Heta niha daxwaz û nerazîbûnên kes û karên girtiyan bi taybet li Kobanê berdewam in, ji bo naskirina çarenivîsa wan, lê ji aliyê hevpeymanan an HSDê ve tu daxûyanî nehatine dan, ku çekdarên DAIŞê yên hatin e girtin, çi zanyarî dabin.
C.B