Amerîka: Bi kirrîn a mûşek ên S400 Tirkiye dê bihê sizadan
Balyozê dahatî yê Amerîkayê yê Tirkiyeyê David Michael Satterfield radigihîne: Kirrîna mûşekên S400 ji bo bidestxistina balafirên F35 astengek mezin e û Tirkiye dê were cezakirin.
K24- Hewlêr
Balyozê dahatî yê Amerîkayê yê Tirkiyeyê David Michael Satterfield radigihîne: Kirrîna mûşekên S400 ji bo bidestxistina balafirên F35 astengek mezin e û Tirkiye dê were cezakirin.
Satterfield dibêje Tirkiye ji pêvajoyek hestyar derbas dibe. Kirîna mûşekên S400 ji bo bidestxistina balafirên F35 û sîstemên patrîotan rîskek mezin e û dê Tirkiye were cezakirin. Ger ew bibe Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê dê zext li Tirkiyeyê bike ko biryarek rast bide û mûşekên S400 nekire.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, David Michael Satterfield wekî namzetê balyozê Amerîkayê yê Emqereyê diyar kiribû.