Serok a firkisyon a PDKyê hewl ên dûrxistin a Adil Ebdûlmehdî red dike

Serok a firakisyon a Partî ya Dîmukrat a Kurdistanê (PDK) di perleman a Îraqê de, red dike livînek di nav perlemanê de hebe bo dûrxistin a Adil Ebdulmehdî ji post a serok wezîr ên Îraqê.

K24- Hewlêr

Serok a firakisyon  a Partî ya Dîmukrat a Kurdistanê (PDK) di perleman a Îraqê de, red dike livînek di nav perlemanê de hebe bo dûrxistin a Adil Ebdulmehdî ji post a serok wezîr ên Îraqê.

Vîyan Sebrî, serok a firakisyon a PDKyê di perleman a Îraqê de bi Kurdistan 24 re ragehand: Di nav perlemanê de ti pêkol ên weha bo ladan a Adil Ebdulmehdî nîne, tenê opizisyon heye ew jî tiştek asayîye.

Got jî: Adil Ebdulmehdî, berbijêr ê herdû firakisyon ên(Bunyad  û Çaksazî)yê ye û wî jî pêdivî bi demê heye daku karname ya hikumet a xwe bicih bike.

Serok a firakisyon a PDKyê, weha dibîne ku burandin a yasa ya budjeyê, yek ji pêngav ên baş bû, pêngav ên din jî dem pêdivîye.

Berî çend rojan  dengo ya wê yekê hebû ku hewlek heye bo dûrxistin a Adil Ebdulmehdî ji post a serok wezîr ên Îraqê.