Daiş bihêz vegerîyaye rojava ya Neynewa

Endamekê Civat a Nwênerên îraqê li parêzgeh a Neynewa di nameyekê de bo Adil Ebdulmehdî, serok wezîr ên Îraqê, hoşdarîyê dide li ser rewş a rojava ya Parêzgeh a Neynewa û dibêje: Rewşa dever ên di dest ên Daişê de ye gelek xirabe.

K24- Hewlêr

Ehmed Medlûl Cerrba,  endam ê Civat a  Nwênerên Îraqê di nameyekê de bo serok wezîran û fermande ya giştî ya Hêz ên Çekdra ên Îraqê, dibêje: Rewş a dever ên rojava ya Neynewa baş nîne. Daiş xelk ên devrê di revîne û hinek gundên Beacê kirîne armanc. Li çend roj ên burî, xelk ên gelek gundan jî naçarbûne gund ên xwe bihêlin. Niha jî Daişê dest bi livînek a bihêz kirîye li wê deverê.

Cerrba dibêje: Eger a evê yekê ewe, ti yekeyek a serbazîya ser bi wezaret a berevanî ya Îraqê ve nîne li qezaya Beac, nahye ya Tel Ebte, qeza ya Hezer û çend deverên din.

Herweha dibêje: li sal a 2014yê, Daişê parêzgeh a Neynewa dagîr kir, Îraqîyan bi giştî û xelkê parêzgehê bi taybetî gelek xûn bexşîn û bûne qurbanî, lew eger hun bilez nelivin û yekeyên serbazî neşînin rojavay a Neynewa , sînaryoyek a nêzîk ji bûyerên 2014yê carek a dî li deverê dê rû bide.