Riya bejayî di navbera Iraq û Sûriyê hat vekirin

Du karwan ji Iraqê bi riya bejayî derbasî Sûriyê bûn, tê gotin ku ev gava yekem e ji bo vekirina sînorê bejayî di navbera her du welatan de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Du karwan ji Iraqê bi riya bejayî derbasî Sûriyê bûn, tê gotin ku ev gava yekem e ji bo vekirina sînorê bejayî di navbera her du welatan de.

Jêderekî ji hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê ragihand, bi armanca serdana mezara “Seyide Zêneb” a Şîeyan li Şamê, îro du karwan ji Iraqê bi riya bejayî ji Iraqê derbasî Sûriyê bûn.

Herwiha got: Ew her du karwan di riya bajarê Qaim re derbasî Sûriyê bûn, ku ev rê piştî dagîrkirina DAIŞê ji wê navçeyê re di sala 2014an de yekem car e rê tê vekirin.

Meha bûrî Desteya Deriyên Sînorî yên Iraqê ragihandibû, ku ew mijûlî vekirina deriyê sînorî yê Qaimê li parêzgeha Enbarê di navbera Iraq û Sûriyê de ne û dê di demeke nêzîk de bi fermî bê vekirin.

 

S. B