Amerîka sizayên giran bi ser Îranê de sepand

Koşka Spî ya Amerîka biryar da, jêderên dahata Îranê nahêle û petrola wê bi temamî li bazaran qedexe dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Koşka Spî ya Amerîka biryar da, jêderên dahata Îranê nahêle û petrola wê bi temamî li bazaran qedexe dike.

Di daxuyaniyekê de Koşka Spî li ser zarê Serokê Amerîka belav kir, Serok Donald Trump biryar da bexşîna welatan ji sizayên ser Îranê ku meha Gulanê bidawî dibe, dirêj nake.

Her di wê daxuyaniyê de hatiye: Armanca ji vê biryarê ew e, rawestandina hinardekirina petrola Îranê bi tamamî ye û nehîştina jêderên sereke yên wê rêjîmê ye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, her welatek petrola Îranê bikire, siza li wî tê danîn.

Ragihand jî, bi welatên hevpeyman re rêkeftine, valahiya li bazaran çê bibe, dagirin.

Ev biryara Amerîkî ji niha ve nirxê petrolê bilind kiriye, ji ber armanca Washingtonê jî ew e, yek milyon bermîl petrola Îranê rojane li bazaran nehêle.

Di meha Mijdara 2018an de, Serokê Amerîka beşê duyem ê sizayên li ser petrol û anerjiya Îranê sepand, lê awayekî demkî rê da çend welatan wek Iraq û Tirkiye petrola Îranê bikirin.

 

S. B