Îran gefa girtina derbend a Hurmiz li Emerîkayê dike

Sûpayê Pasdarên Îranê gefa girtina derbend a Hurmiz a kendavê dike, eger Emerîka rêgirîyê bike ji firotin a petrola Îranê.

K24-Hewlêr

Sûpayê Pasdarên Îranê gefa girtina derbend a Hurmiz a kendavê dike, eger Emerîka rêgirîyê bike ji firotin a petrola Îranê.

Elî Reza Tengsîrî, fermandeyê hêzên deryayî ya Supayê Pasdaran, di dîdara xwe de bo kenala Elalem ragehand: Derbend a Hurmiz, li gor yasayên nêvdewletî rêyeka deryayîye û eger Îran ji bikaranîn a wê bihê bê behirkirin, wê çaxê Îran jî wê rêyê dê bigire.

Gefa fermandeyê hêzên deryayî ya sûpayê Pasdaran piştî wê yekê dihê, ku Emerîkayê Sûpayê Pasdaran xistîye di lîsta terorîstan û berjenge hêzên herdû welatan di kendavê de nemaze jî li derbend a Hurmiz hevrûşî hev bibin.

Ji bilî evê yekê jî, duhê, Dûşembîyê, 22/4/2019, Emerîka biryar da êdî bexşîn a welatan ji kirrîn a petrolê bihê ragirtin û petrola Îranê bi temamî êdî nehê firotin.

Derbenda Hurmiz dikeve di navbera kendav a Faris û derya ya Ûmanê.Tenê jî ew rê ya deryayî heye bo gemîyên barhilgirên petrola Kiweyît, Behreyîn, Îran, Îraq û Îmarat bo zerya ya Hindî û dûv re jî bo cîhanê