2 endamên MÎTê li Ezazê hatin kuştin

Li bajarê Ezazê, êriş li ser baregeheke leşkerî hate kirin û di encamê de du endamên hewalgiriya Tirkiyê, hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Ezazê, êriş li ser baregeheke leşkerî hate kirin û di encamê de du endamên hewalgiriya Tirkiyê, hatin kuştin.

Li gorî Rojnameya Ozgür Politikayê, li bajarê Ezazê ya li rojhilatê Efrînê êrîşeke çekdarî li ser baregeha MÎTê hate kirin û 2 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Gorî nûçeyê, yek ji kesê hatine kuştin navê wî Ebû Omer e ku Berpirsê Mêza Sûriyê ya Hewalgirîya Tirkiyê bûye.

Heta niha ti aliyekî berpirsatiya xwe di ber êrîşên de negirtiye ser xwe.

Ev yek di demekê de ye, Roja 19ê vê mehê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Malkiyê yê di navbera Efrîn û Ezazê de tankeke artêşa Tirkiyê bi topan armanc girtibû û jinav biribû.

 

S. B