Sûriye du serperiştyarên xwendina zimanê Kurdî li Helebê diyar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di pênaveka nû de bo bicihanîna biryara xwendina zimanê Kurdî li dibistanan, Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bi rengekê fermî du serperiştyarên pispor ên perwerdeyî bo birêvebirina karûbarên waneya zimanê Kurdî li Parêzgeha Helebê destnîşan kirin.

Li gorî nivîsareka fermî ya Birêveberiya Pêşxistina Bernameyên Perwerdeyî di Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê de, ku bi îmzaya Birêveberê Fermangehê Dr. Îsmetullah Remezan derketiye, "Menan Nasir Cafer" û "Ebdulselam Husên Husên" bo birêvebirina karûbarên serperiştyariya perwerdeyî (Rênimayî) bo waneya zimanê Kurdî li Parêzgeha Helebê hatine spartin.

Di wê nivîsarê de hatiye ku ev biryar piştî kirina çavpêkevtin û ezmûna helsengandinê ji aliyê lîjneya pispor ve di çarçoveya pêşbirka diyarikirina mamostayên zimanê Kurdî de hatiye dan, bi merema rêkxistin û parvekirina mamostayan li ser wan dibistanên ku ew wane tê de hatiye pejirandin. Her du navbirî ji fermanberên pola yekê ne li Birêveberiya Perwerde û Fêrkirinê ya Helebê.

Ev biryar di çarçoveya bicihanîna Mersûma Hejmar 13 ya sala 2026ê de tê, ku li gorî rênimayiyên Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, zimanê Kurdî wek waneyeka nîştimanî ya bijarde di wan dibistanan de tê xwendin ên ku dikevin deverên Kurdan û wan deverên ku rêjeyeka berçav ji welatiyên Kurd tê de xwecih in.

Di encama hevdîtin û ragehandinên siyasî û qanûnî yên sala 2026ê de li Sûriyeyê, pêngavên naskirina mafên çandî û zimanî yên pêkhateyan ketine rojevê. Mersûma Serokatiyê ya Hejmar 13 ya sala 2026ê rêyê dide ku zimanê Kurdî li gel zimanên dî yên kêmaniyan li dibistanên dewletê wek waneya bijarde bê wergirtin. 

Ev biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê dibe pêngava yekê ya dezgehîkirina xwendina zimanê Kurdî di nav sîstema fermî ya perwerdeya Sûriyeyê de li bajarê Helebê û herêmên derdorê.