Li Wanê hejmara mixtarên jin zêde dibin

Di hilbijartinên heremî yên 31'ê Adarê de ku li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê pêkhat de, li gel şaredaran, mixtar jî hatin bijartin. Bi taybet, mixtarên jin, hem li heremê, hem jî li Tirkiyeyê kêm in. Lê li Wanê hêjmara mixtarên jin zêde bûn û daxwazî ew e ku zêdetir jî bibe.

K24-Wan

Di hilbijartinên heremî yên 31'ê Adarê de ku li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê pêkhat de, li gel şaredaran, mixtar jî hatin bijartin. Bi taybet, mixtarên jin, hem li heremê, hem jî li Tirkiyeyê kêm in. Lê li Wanê hêjmara mixtarên jin zêde bûn û daxwazî ew e ku zêdetir jî bibe.

Di hilbijartinên 31'ê Adarê de, li Wanê teqrîben 80 jin, ji bo mixtariyê namzetbûn û di encama hilbijartinan de jî 4 jin wek mixtar hatin bijartin. Beriya hilbijartinên heremî yên dawî li Wanê, tenê yek mixtareke jin hebû û zêdebûyîna mixtarên jin, ji aliyê civakê ve jî erênî tê nirxandin.

Nûrten Saglam ku berê dikandar bûye û dayîka 4 zaroka ye jî yek ji wan e ku yekem care wek mixtareke jin li taxa Baxçevan ya ser bi Rêya Ermûş a navçeya Wan'ê ye hatiye bijartin. Saglam radigihîne ku li taxa wê, beriya namzetiya wê tenê yek namzet hebûye û piştî hilbijartinên 2014'an biyar daye ku bibe namzeta mixtariyê. Nûrten saxlam radigihîne ku wek welatiyeke ji taxê, pirsgirêkên taxa xwe dizane û dê ji bo çareseriyan jî bixebite.

Nûrten Saglam, Mixtara Taxa Bexçevan, dibêje:"Di dema xebatên hilbijartinê de, bi taybet jin, ji civakê piştgiriyeke baş ji bo min hebû. Min bi taxa xwe re, pêwendiyên gelek baş peyda kiriye û daxwazên wan yên serekî, kadên ji bo leystika zarokan, avahiyekî ji bo ciyê şînê û dibîsten e. Em zarokên xwe dişinin, dibîstanên taxên din. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan û yên din êdî ez peywirdar im û bawerim dê encamên baş jî ji bo taxa xwe bidest bixim."

Li gor hilbijartinên berê di hilbijartinên 31'ê Adarê de, bi giştî jî hêjmara namzet û mixtrên jin de zêdebûyînek peyda bû. Li Elihê jî yekem car mixtareke jin hat bijartin.

Mistefa Ertaş jî, ji bo ku Mixtariya Nûrten Saglam pîroz bike hatiye û ew jî tîne ziman ku zêdebûyîna mixtarên jin, pêşketineke baş ji bo civakê û divê jin zêdetir di rêvebirin û hilberina jiyanê de başdarbin.

Mistefa Ertaş (Welatî-Rêvebirê Kompanya Geştiyarî), dibêje:"Ez bi mixtariya wê gelek kêşxweşbûm. Jin di rêvebiriyê de, ji zilaman zîrektir in. Her tim bi karê xwe ve girêdayîne. Di dema xwe de li ser kar in, dema xwe ji kar derdikevin. Nûrten Xanim jî di aliyî de gelek baş e, hêvîdarim hêjmara mixtarên jin zêdetir bibin."

Li bajarê Wanê, li 2 taxên Rêya Ermûşê û li 2 taxên Artemêtê ku navçeyên navndî ne, mixtarî bi destê jinan bê kirin ku 3 ji wan yekem car e, vê paywirê dikin.