Firokeyên cengîyên Turkîyayê sinûrê gundê Bakirman li Akrê burdûman dikin

Berebeyan a evro sipêdeyê, roja Çarşembîyê, 24/4/2019, firokeyên cengîyên Turkîyayê pawanên gundê bakiriman li sinûrê qezaya Akrê burdûman kirin.

K24- Akrê

Berebeyan a evro sipêdeyê, roja Çarşembîyê, 24/4/2019, firokeyên cengîyên Turkîyayê pawanên gundê bakiriman li sinûrê qezaya Akrê burdûman kirin.

Necim Mihyedîn, Mixtarê Bakirman, bi Kurdistan24 re ragehand: Li dem kêmtir ji salekê, ev dûyem care firokeyên cengîyên Turkîyayê evê deverê burdûman dikin, ku nêzîkî pawanên gundî û bûye eger a duristbûn tiris û arhayîyê li ba hevwelatîyan.

Mîna ku di evê vîdyoya ku bo Kurdistan24 hatîye şandin, xuya dibe , Ew burdûman li nêzîkî gundîye . herçende burdûman ti zîyanên canî bi gundîyan nekevtîye lê tirsek mezin durist kirîye di nav wan de.