Bo yekem car Kurdek dibe cêgirê parîzgarê deverên Çêlsî û Kîngiston li Birîtanîya

Kurdek bi navê Bextyar Mam Şêx, wek cêgirê parêzgeha herdû deverên Çêlsî û Kîngston hat hilbijartin û di rêresmeka fermî de dest bi karê xwe kir di wê postê de.

K24- Lenden

Kurdek bi navê Bextyar Mam Şêx, wek cêgirê parêzgeha herdû deverên Çêlsî û Kîngston hat hilbijartin û di rêresmeka fermî de dest bi karê xwe kir di wê postê de.

Bextîyar Mam Şêx, amaje  bi wê yekê kir ku bi rêya wan peywendîyên ku wî niha hene û di ayînde jî de dursit dike, mifayî dê bigehîne revenda Kurdî li Birîtanîyayê.

Bextîyar Mam Şêx, ji Lendenê bi nûçegihanê Kurdistan24ê re ragehand: Ew yekem Kurd bû, bûye endamê şardarîyê, ku dîrok a wê bo berî 5 salan divegere. Li hilbijartin a parsal jî 85% dengên wî zêdebûn, nemaze jî piştî şewtîn a avahîya Girînvêl li Lendenê.

Wek ew bi xwe amaje dike, berê ew Pêşmerge bûye û li ser ast a Kurdên Lendenê hatîye nasîn û wî Peywendîyek berfireh jî li gel hemû girûp û çalakvanên cûda heye.

Xuya jî kir, berê,  wan konfiranseka taybet bo Kurdên serkevtî rêkxistibûn li Lendenê. Me pilan jî heye ev sal, nemaze li mehên 10 û 11 konfiransek a nêvdewletî bo hemû Kurdên serkevtî encam bidin.