Îran: Tiramp naxwaze li gel Îranê bikeve di şerr de
Wezîr ê derve yê Îraqnê ragehand, Tiramp î nevêt şerrî li gel Tehranê bike
K24- Hewlêr
Wezîr ê derve yê Îraqnê ragehand, Tiramp î nevêt şerrî li gel Tehranê bike
Mehemed Cewad Zerîf, wezîrê derve yê Îranê, di dîdarekê de li gel Ajans a Royterz ragehan: Bi nerîn a wî Donald Tiramp, serok ê Emerîkayê ti nîyaz ên rûbirûbûn a serbazî li gel Îranê nîne; belê renge ji alîyê hinek kesan ve bihê paldan dakû şerr li gel Tehranê bike.
Zerîf ragehand jî: Kesên wek Con Boltin, rawêjkar ê Asyîş a Nîştîmanî ya Koçka Sipî, Binyamîn Natinyaho, serok wezîr ên Îsrayîlê û hinek kesên din, Tiramo naçar bikin xwe bixe di nav rûbirûbunek a serbazî de li gel Îranê.