Waşitun Îraqê diderxîne ji sizayên nû yên ser Îranê
Wezareta Kareba ya Îraqê ragehand: Îraq ji alîyê Emerîkayê ve hatîye derxistin ji siza yên nû yên hatîne sepandin li ser bazirganîkirinê li gel Îranê û ew siza Îraqê nevegirin, nemaze jî kirrîn û anîn a Gazê bo wêstegh ên berhemanîn a Karebayê.
K24- Hewlêr
Wezareta Kareba ya Îraqê ragehand: Îraq ji alîyê Emerîkayê ve hatîye derxistin ji siza yên nû yên hatîne sepandin li ser bazirganîkirinê li gel Îranê û ew siza Îraqê nevegirin, nemaze jî kirrîn û anîn a Gazê bo wêstegh ên berhemanîn a Karebayê.
Li gor axivtin ên Museb Mûderris, gotebêj ê wezaret a Kareba ya Îraqê, 2800 Mêgawat ên karebayê li wan wêstgehan dihên berhem anîn, ku ji Îranê ve Gaz bo wan wêstgehan dihê dabînkirin.
Mûderris ragehand jî: Heya niha Îraq rojane nêzîkî 28 milyon pî sêcar gazê dikirre û ew gaz jî bo hijmarek a wêstgehane ku nêzîkî 2800 Mêgawat karebayê berhem dihînin.
Mûderris got: Pêşbînî dihê kirin, di şeş mehên dahatî de rêje ya kirrîn a gazê bigehe 35 milyon pî sêcar daku berhemanîn a Karebayê bigehe 3500 Mêgawatan.
Xuya jî kir: Ji bilî gazê, Îraq 4700 Mêgawat Karebayê jî ji Îraqnê dikirre. Ev jî bargiranî ya karebayê li ser hikumet a Îraqê kêmtir dike.
Ev di demekê de ye, roj a Dûşembî ya burî, Emerîkayê dawî bi lêburîn û bexşîn a sizayan anî li ser welat ên Turkîya, Îtalîya, Yunan Çîn, Hind, Kurya Başûr û Taywanê di bazirganîyê de li gel Îranê. Ev jî bi armanc a wê yekê ku şandin a petrol a Îranê bigehîne sifrê. Bi vî awayî, lêbûrîn û bexşînê tenê Îraqê divegire.
Waşitunê ragehand jî: Her yek ji Seûdîye û Îmaratê soz dayîne ji pişk a xwe qerebûya şandin a petrol a Îranê bikin li bazar ên cîhanî daku bandorê li ser behayê petrolê neke.