Encûmena Êzidiyan helwesta xwe derbarê rizgarbûyan de radigihîne
Encûmena Bilind a Rohanî ya Êzidiyan ragihand, bi şanazî hemû rizgarbûyên ji destê DAIŞê qebûl dikin û daxwazekê jî ji civaka navdewletî dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Bilind a Rohanî ya Êzidiyan ragihand, bi şanazî hemû rizgarbûyên ji destê DAIŞê qebûl dikin û daxwazekê jî ji civaka navdewletî dike.
Encûmena Bilind a Rohanî ya Êzidiyan di daxuyaniyekê de hemû rizgarbûyên ji destê DAIŞê qebûl dike û dibîne ku tiştê bi serê wan de hatiye, li derveyî îradeya wan bû.
Di daxuyaniyê de, Encûmena Bilind a Rohanî ya Êzidiyan da zanîn, piştî şikandina DAIŞê wan şandek ji oldaran şandibû Sûriyê ji bo li revandiyan bigere û wan vegerînin..
Encûmena Rohanî radigihîne jî, Êzidî di dirêjahiya dîrokê de bûne qurbanî û em bi şanazî û mirovî serederiyê bi rizgarbûyan re dikin.
Hevdem jî daxwaz ji civaka navdewletî dike, bi riya bernameyên taybet re hevkariyê bi Êzidiyên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne re bikin.
S. B