Li Reqayê 2 teqîn rû dan
Li bajarê Reqayê du teqîn rû dan, di encamê de 5 kes bûne qurbanî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Reqayê du teqîn rû dan, di encamê de 5 kes bûne qurbanî.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva bûrî 2 teqîn li Reqayê çê bûn, teqîna yekem bombeyeke vedayî li nêzîkî mizgefta Çerakise ya li nava bajêr teqiya û di encamê de kesek hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Teqîna duyem jî li cadeya Reşîd bobeyek bi doriyeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de teqiya û li gor zanyariyan, ti ziyanên canî çê nebûn.
Piştî ragihandina serkeftina bi ser DAIŞê de li rojhilatê Firatê, çendîn teqîn li Reqa, Minbic û hin deverên din rû didin, HSDê jî şanên nivistî yên DAIŞê bi encamdana wan teqînan tometbar dike.
S. B