17 leşkerên Sûrî di êrîşên grûpên Îslamî de hatin kuştin

Di encama êrîşeke opozîsyona Sûriyê li ser baregehên artêşa Sûriyê li gundewarê Helebê de 17 leşker hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama êrîşeke opozîsyona Sûriyê li ser baregehên artêşa Sûriyê li gundewarê Helebê de 17 leşker hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam ji navçeya “Bêçek” ve êrîşî bingehên baregehên artêşa Sûriyê li başûrê Helebê li eniya Zimar û Xan Toman kirin û di navbera wan de şer derket.

Diyar kir, di wî şerî de 17 leşkerên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên bi ser wê ve hatin kuştin û 30 leşkerên din jî birîndar bûn. Herwiha 8 çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam jî hatin kuştin.

Ramî Ebdilrehman da zanîn jî, şer heta vê sibê jî di navbera her du aliyan de berdewam kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, grûpên cîhadî ji roja 24ê Nîsanê ve li navçeya “Bêçek” a rêkeftina Putin – Erdogan çalak bûne û êrîşî baregehên rêjîma Sûriyê li başûrê Helebê û bakurê Hemayê dikin.

 

S. B