Wezîr ê derve yê Turkîyayê gehişte Bexda
Evro Yekşembîyê, 28/4/2019, Mewlûd Çawişoglu, wezîr ê derve yê Turkîyayê, bi serdanek a fermî, gehişte Bexda ya paytext a Îraqê û biryarer li gel berpirs ên bilind ên wî welatî çend dosê û pirsên giring di navbera herdû welatan de gêngeşe bikin.
K24- Hewlêr

Biryare wezîrê derve yê Turkîyayê serdan a Herêm a Kurdistanê jî bike û li gel berpirs ên bilind ên Herêm a Kurdistanê jî bicive.
Heftî ya burî, Mehemed Kaya, serok ê Jûr a Bazirganî ya Dîyarbekrê , di dem a serdan a şand a wan bo dezgeh a Kurdistan 24, ragehandibû wezîr ê derve yê Turkîyayê serdan a Herêm a Kurdistanê dê bike.