Serok Barzanî û Konsolê Îmaratê pêwendiyên Herêm û Îmaratê guftûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Konsolê nû yê welatê Îmarata Erebî li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Seîd kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Konsolê nû yê welatê Îmarata Erebî li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Seîd kir.

Di hevdîtinê de Konsolê nû yê Îmarat, silavên serkirdayetiya siyasiya welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe ji bo aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê nîşan da.

Konsolê nû yê Îmarat li Hewlêr, bi navê welatê xwe spasî xelkê Herêma Kurdistanê ya ji bo yarmetîdan û hevkarîkirina koçberan kir. Eve jî xiste rû ku Îmarat di peywendiyên xwe yên li gel Hewlêr de berdewam dibe û dupat li ser piştevaniya welatê xwe ya ji bo yarmetîdana koçberên li Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî spasiys Konsolê nû yê Îmarat kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwast û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera her du aliyan de, tekezî li ser bihêztirkirina peywendiyên siyasî û aborî û çandî yên di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê de kir.

 

S. B