Ehmed Turk rexneyên tund li siyaseta Tirkiyeyê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê diyar ê Kurd û hevserokê dûrxistî yê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk rexneyên tund li deshilatdarên Tirkiyeyê digire û radigehîne ku heta niha ti pêngaveka kiryarkî bo proseya aşitiyê nehatiye avêtin, tekez jî dike ku berdewamiya siyaseta kuştina demî û azadnekirina serkirdeyên siyasî bêhêvîbûneka mezin li nik gelê Kurd çê dike.

Siyasetmedarê diyar ê Kurd û hevserokê dûrxistî yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ehmed Turk di hevpeyvînekê de rexneyên tund li birêveçûna proseya aşitiyê li Tirkiyeyê girtin û ragihand: “Dewletê heta niha ti pêngaveka kiryarkî neavêtiye.” Navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku paşxistina azadkirina rêberên siyasî yên wek Selahattin Demirtaş bûye sedema çêbûna rewşeka bêhêvîbûnê.

Di pareka dî ya axaftina xwe de, Ehmed Turk behsa paşketina bicihanîna peymanan kir û got: "Pêştir digot ku di meha Adarê an Nîsanê de Selahattin Demirtaş dê bê azadkirin, lê du sal di ser wan axaftinan re derbaz bûn û ti tiştek çê nebû, heta niha jî siyaseta kuştina demî tê birêvebirin. Eger pêngavên qanûnî bi lez neyên avêtin, ew dê bêbawerî û bêhêvîbûneka mezin li nik gelê Kurd peyda bike."

Li ser pirsa danana qeyûman li cihê nûnerên hilbijartî jî, hevserokê dûrxistî yê Mêrdînê ragihand ku danana qeyûman binpêkirina rasterast a îradeya gel e. Behsa wê yekê jî kir ku derxistina qeyûman pêdivîtî bi qanûna nû ya parlamentoyê nîne û Wezareta Navxwe dikare di her demê de wan hilweşîne, lê zihniyetek heye ku dixwaze kontrola proseyê bike û wek kartekê bi kar bîne.

Siyasetmedarê diyar ê Kurd û hevserokê dûrxistî yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ehmed Turk tekez jî kir ku Kurd ji bo aşitiyê amade ne û piştevaniya rawestandina şer û çekan dikin, lê tenê çekdanan arîşeyan çareser nake.

Navbirî herwesa got: "Siyasetmedarên wek Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag ji ber fikr û çalakiya xwe yên siyasî di zîndanê de ne û peywendiya wan bi çekan ve nîne; ji ber wê yekê divê hikûmet pêngavên konkrît bo misogerkirina mafên demokratîk biavêje daku aşitiyeka berdewam bê holê."