Ciwanekî Kobanî li Hewlêrê ji qatê çarem kete xwarê
Ciwanekî Kobanî li Hewlêrê dema li karê xwe bû, ji qatê çarem kete xwarê û canê xwe jidest da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ciwanekî Kobanî li Hewlêrê dema li karê xwe bû, ji qatê çarem kete xwarê û canê xwe jidest da.
Jêderekî ji K24ê re ragihand, îro li taxa Fermanberan a Hewlêrê dema ciwanê bi navê Edhem Mihemed Şêx karê neceriya batonê dikir, ji qatê çarem ve kete xwarê û canê xwe jidest da.
Edhem Mihemed Şêx jidayikbûna sala 1995an e û ji gundê Serbihûr ê Kobanê ye.
Wî jêderî da zanîn jî, îro termê Edhem Mihemed Şêx bo bajarê Kobanê hat veguhastin û dê li gundê xwe bi axê bê spartin.
S. B