Efrîn.. Li navçeya Mabeta 5 xortên Kurd hatin revandin

Grûpên çekdar ên li Efrînê hejmarek xortên navçeya Mabeta direvînin û li hember berdana wan daxwaza pereyan ji malbatanên wan dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê hejmarek xortên navçeya Mabeta direvînin û li hember berdana wan daxwaza pereyan ji malbatanên wan dikin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa Cebhe El-Şamiyê li navçeya Mabeta 5 xort revandin bi bihaneya pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn revandin û li hember berdana wan, daxwaza pereyan ji malbatên wan kirine.

Wî jêderî navê xortên revandî diyar kirin ku Elî Soran Hemo, Mihemed Elî Rehmo Şêxo, Xebat Husên Bekir, Serbest Kalo Îbrahîm û Husên Qirokê ne.

Bajarokê Mabeta 15 K.M li rojavayê Efrînê ye û piraniya xelkê wê Kurdên Elewî ne, loma jî gelek binpêkirinên mirovî di derheqê wan de ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tên kirin.

Li gor çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî û nasnameya Kurdîbûna Efrînê biguhêrin.

 

S. B