Turkîyayê di salekê de, 164 dezgehên ragihandinê qedexe kirine
Komisyona Bilind ya Radyo û Televizyonên Tirkiyê dibêje: Wan di nav salekê de, 164 dezgehên ragihandinê qedexe kirine.
K24- Hewlêr
Komisyona Bilind ya Radyo û Televizyonên Tirkiyê dibêje: Wan di nav salekê de, 164 dezgehên ragihandinê qedexe kirine.
Komisyonê da zanîn, li ser gilîyên welatiyan wan bi hevahengî li gel dadgehan 164 dezgehên ragihandinê qedexe kirine.
Li gorî Rapora RUTKê, 124 Hezar gilî li ser bernamên televizyonan hatine kirin ku piraniya wan zincîre filmên rojane bûne.
RUTK xûya jî dike: Wan 130 dezgehên ragihandinê bi pere ceza kirine, 51 bername hatine qedexe kirin, 55 hatine rawestandin, 20 Kanal desturname ya wan hatiye betalkirin, 77 dezgeh din jî cezayên cûrane bi ser wan hatîne spandin.
Her wiha 289 Doz jî heşta biryar ser nehatiye dayîn.
Li Tirkiyê, dezgehên ragihandinê yên herî tên temaşe kirin, nûçe û zincîre filmin.