DAIŞ vîdyoyeke nû ya Bexdadî belav dike

Ajansa “Reuters” belav kir, îro jêderên medyayî yên DAIŞê girtevîdyoyeke nû û çend wêneyên Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî belav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa “Reuters” belav kir, îro jêderên medyayî yên DAIŞê girtevîdyoyeke nû û çend wêneyên Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî belav kirin.

Ji piştî derketina yekem vîdyoya Ebû Bekir Bexdadî di sala 2014an de û xwendina gotara ragihandina xîlafeta DAIŞê li mizgefta Nûrî li bajarê Mûsilê, ev duyem derketina Bexdadî ye.

Girtevîdyo ji aliyê dezgeha medyayî ya “Furqan” a ser bi DAIŞê ve li “Telegram” hatiye belavkirin.

Di girtevîdyoyê de, Ebo Bekir Bexdadî diyar dibe û peyamekê arasteyî endamên DAIŞê dike.

Ev di demekê de berî çend rojan jêderekî ji hewalgîriya Iraqê ji medyayê re ragihand, Bexdadî li çiyayê Ebû Recmên li Tedmurê xwe veşartiye û ji çend hefteyan ve hewl dide ji xaka Sûriyê derbasî Iraqê bibe, lê ji ber tundiya ewlehiyê nikare derbas bibe.

Ji sala 2014an û heta niha çendîn nûçeyên cuda li ser çarenivîsa Bexdadî hatine belavkirin, lê ta niha zanyariyên piştrastkirî derbarê cihê wî de nehatine ragihandin.

 

S. B