Li Wanê grevên birçîbûnê û hemû corên çalakiyan hatin qedexekirin
Parêzgarê Wanê li tevahiya bajêr hemû corên çalakiyan ji bo deh rojan qedexe kir.
K24- Hewlêr
Parêzgarê Wanê li tevahiya bajêr hemû corên çalakiyan ji bo deh rojan qedexe kir.
Parêzgarê Wanê xwepêşandan, meş, civîn, grevên birçîbûnê, vedana çadiran û hemû corên çalakiyan qedexe kir.
Di daxuyaniya parêzgehê de tê gotin ku ji bo pêşî li bûyer û provakasyonan bê girtin, heta 8'ê Gulanê hemû corên çalakiyan hatine qedexekirin.